Kayıtlar

Resim
Helbestkarê hub û nûjeniyê Digel ku wî Kurdistan hîç nedîtiye jî pirr behsa Kurdistanê û şervanên Kurd kiriye. Her wiha ew gavekê bi pêş ve çûye, behsa êşa dayika Ereb jî, zilma li ser reşikan jî kiriye bi dilê xwe yî nazik. Piştî mirina şairê navdar ê Azerî Semed Vurgun, helbest nivîsandiye. Helbestkarê nûjenî û hubê ye Mîkaêlê Reşîd.
Resim
Wergera sê çar rûpelên ji romana Bextiyar Elî 'Bajarê Musîkjenên Spî' ku bi Elmanî hatibû çapkirin. Hêvî dikim bi kurmancî jî derbiçe. Piştî meşeke bi saetan Celadetê Kotr û Sarhang Qasm bi Ishakê Lewzerîn re gihan xaniyekî spî yî mîna zinarên stêrkeke dûr spî û li pêşiyê dergeheke bi temamî ji siyên daran nixumandî. Xaniyekî di nîvê bexçeyekî mezin de, bi aramiyeke bi sêhr, bi bêhna xwezayê û bi qudreta darên qedîm pêçayî. Paceyên mezin î ber bi derve vedibûn, hemû ode bi rengê spî boyaxkirîbûn û li xênî tenê hin firax û çend ocaxên muezam hebûn. Erzaqa lê dikarîbû têra înzîwayeke bi salan bikira. Îshakê Lewzerîn hîn di serî de ji wan re hin qaîde bi nav kirin. Diviyabû her sêyan xwe rojane bi ava cemidî bişûşta û bi hev re taştê bixwarana. Û divê her du her wextî ji wî re amade bûna. Di çend rojên pêşîn de Ishakê Lewzerîn qet tiştek nekir. Gava tavik derdiket wî xwe dida ber û tenê digot:“ Bihêlin bila tav xwe ber de nav giyanê we.“ Gava baran dibarî, wî xwe dida ber ba
Resim
 Em ji mala xwe hez nakin Ez di romanên xwe de dihêlim ku karakter karibin hest û ramanên xwe bi serbestî bibêjin, ev romanê senfonîk dike. Karakterên di “Di Tuwaletê De” û di “Spîtama” de ji bo vê yekê mînakên baş in. Ez şexsên di pirtûkên xwe de azad dihêlim, lê gelek nivîskar wan dikin hêsîrên xwe. Bi romana xwe ya nû, Stranên Sor Niviştên Mor, Rênas Jiyan beriya bi çendekê silaveke xweş li xwendevanên xwe kir. Ev berhem xwe dide xwendin û pê re jî xwe ava dike. Çawa? Ji ber ku xwendevan pel bi pel bi ser efsûnan ve dibe û bi deşîfrekirina sirra romanê re êdî pê dihese ku di destê xwe de romanekê hildigere. Bi zimanê xwe yê herikbar û ji biwêjên Kurmancî têr, ev roman topiskan li bîra xwîner dide û haya wî jê tîne bê ka ew di çi hal û hewalî de ye. Lê belê ne tenê bi vê rolê radibe, di heman demê de bi şûrekî tûj erka parastinê jî girtiye ser xwe. Lewma, Rênas Jiyan dibêje‚ “Ev roman niviştek e, ji bo ku Kurdî û Kurdan ji derd û belayan
Resim
'Helbest giriyê min e' Vebêjera xeman, jineke xweşik Fatma Savci. Gava behs li ser helbesta modern a kurcmancî dibe, navê wê di nav şairên şareza de tê hildan. Helbet ne belesebeb ew nav tê hildan. Ew mîna darekê ye, xwedan fêqiyên xweş e. Dareke wisa ye, qurm berdana raboriya xwe, texlît texlîf fêqiyan digihîne bo siberojê. Axek heye jê re mesken da ku mêweyên wê ji tavê têr, ne xerîbe avê, tehm miz, şîrîn bin. Lê tirşî û tehlî jî ji wan ne kêm e. Lewre ew li wê axê, li Kurdistanê lûsiye. Pal xweş daye ewran ji stêrkan ristan dirêse. Xwe ji kiteke xuricî jî nahêle. Behsa navan dike, kêliyekê ji jîyana xwe dide, bîranînekekê dibêje. Lê herî zêde êşbêjiyê dike. Helbestên wê bi dizî li dora me digerin, bi xafilî di nav xelekekê de me asê dihêlin. Ez nikarim xwe qure bikim û rabim bibêjim, wele ez filan felsefê, hestê yan jî filan tiştê didim xwendevanên xwe. Lê ez dizanim, ez ji dil dinivîsim.  Em kêliyekê bi Fatma Savci re li ser jiyan û helbestvaniya wê ax
Resim
Ji Nisêbînê efsaneyek Hozan Kilamedîn  Ez biribûm qereqolê û dawet wilo mabû li meydanê. Wele min dî Elîk hat ez jî li hundirê qereqolê bûm. Go, rabe derkeve. Min go, yaw ma dihêlin ez derkevin. Wele mi dî, pasek li derî xist, kete hindirû. Go, yaw hûn çilo hozanê me digirin. Ma qey hûnê zimanê me jêkin. Herçî Nisêbîn e, bi xweragirî û renginiya berxwedana li dijî dagirkeriyê bi nav û deng e. Ev yek helbet nî ş aneye hevgirtina xelkê li bajêr e. Ji ber jîngeheke pirr ne mezin e, mirov dikare kodên vê civakbûnê bi hesanî ji raboriya xwe yan jî ji kesên li bajêr gihayî, vere ş îne. 
 Civakbûna çak bivênevê weke kodekê bi xwe re raboriyeke hevbe ş diafirîne. Hevbe ş î jixwe hacet bi pênasekirinê nîne. Lê gava mirov ti ş teke hevbe ş a rabirdûyê texeyul dike, ji bîranînên ş exsê xwe dest pê dike. 
 Carinan ez ji xwe re li ser van kodên hevbe ş ên xelkê Nisêbînê difikirim ka çiyê kevz neg
Resim
Xwediyê helbesteke Reşbelek Cemîl Denlî Mixabin mirov di destê serdestiya peran de, bûne wek meymûnên ku her roj daristanên wan tên birrîn û tevaya jiyana xwe li pey dîtina çend heb mûzan xerc dikin. Ji ber vê yekê helbest ne bi zimanê xwe yê hatiye nivîsandin ne jî bi yê wergerê tên xwendin ku kanibin bibin pir.
Resim
Li kolanên Krakovê olana dengbêjan  Li Krakova Polonyayê heftayê borî bi beşdariya dengbêjên Kurd mihrîcana şanoyên li kolanan li dar ket. Dengbêjên Kurd bi olana xwe newayên stranên Kurdî gihandin beşdaran ku gelekî li xweşiya xelkê çûye.